Çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî şêniyên ji Kantona Efrîn-Şehbayê koçber kirin, mal û milkên wan talan dikin û dişewitînin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî ku şêniyên Kantona Efrîn-Şehbayê bi darê zorê koçber kirin, ji saetên sibehê ve mal û milkên wan didizin û dişewitînin.
Ji dîmenên ku ajansa me ji bajarokê Fafînê yê kantona Efrîn-Şehbayê bi dest xistine, diyar dibe ka çawa çete mal û milkên koçber talan dikin û dişewitînin.



