Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ew ê bajarê xwe yê Minbicê bikin cihê hesabdayîna mezin a dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê şer û pevçûnên dawî yên li dijî kantona Minbicê daxuyaniyek da.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
” Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di van 4 rojên dawîn de bi hejmareke mezin û tevahî çekên nûjen û bi perspektîvên general û efserên Tirkan êriş dikin.
Ji 4 rojan ve şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbên giran li çeteyan didin û êrişên wan têk birin.
Em Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi taktîkên nû bi israr in ku bajarê xwe yê Minbicê bikin cihê hesabdayîna mezin a dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.
Ev çete û dizên hov ên ku nikarin li hember hêzên me şer bikin, tola xwe ji sivîlan hiltînin û destdirêjiyê li jin û zarokên herêmê dikin.
Em soz didin ku em ê bajar û gundewarên xwe ji van çeteyên hov û dewleta Tirk a dagirker biparêzin.



