Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê şehîdxistina 3 endamên kombûna jinan a zenûbiya şermezar kir û diyar kir êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve têne kirin sûcên şer in li dijî hemû pêkhateyên herêmê pêk tên.
Tevger û rêxistinên jinan li herêmê têkildarî şehîdxistina endamên komnûna jinan a zenûbiya de nerazîbûn nîşan dan.
Meclisa Kongra star di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku armanca êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmê berfirehkirina planên dagirkeriyê ye.
Kongra star bi van gotina balkişand ser komkujiyên dewleta tirk li dijî sivîlan û bi taybet hedefgirtina jinan:
”Di çend rojên dawî de dewleta tirk li gundewarên Eyn Îsa û kobanê komkuiyên hovane li dijî jin û zarokan pêkanî.
Herî dawî jî li Minbicê 3 endamên kombûna jinan a zenûbiya şehîd bûn.
Armanca van êrîşan têkbirina vîn û îradeya jinan e.
Meclisê di dawiyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan, şermezar kir û ev bang kir:
Bang li rêxistinên jinan ên cîhanê kirk u der barê revandin, îşkencekirin û kuştina jinan de helwesta xwe diyar bikin.
Bi avakirina Konfederalîzma Jinên Demokratîk bersivê bidin dijminê jinan.
Meclisa Jin a PYD’ ê: Em ê asta têkoşîna li dijî dagirkeriyê bilind bikin
Meclisa jin a PYD jî êrişên li dijî herêmê û komkujiyên jinan şermezar kir û ev yek ragihand:
14 sal in ku dagirkeriya Tirk bi armanca ji holê rakirina projeya rêveberiya xweser, qirkirina gelên ku bi prensîbên neteweya demokratîk bawer dikin û tinekirina fikra Rêber Apo komkujiyan didomîne.
Vê carê jî sûceke din yê hovane li dijî jinan pêk anî.
Ev yek bû sedema şehîdbûna sê endamên kombûna Jinan a Zenûbiya ku ji bo parastina ax û rûmetê rûbirûyê mirinê bûne.
Em weke Meclisa jinan a PYD ê teqezî li ser bilindkirina asta têkoşînê li hember polîtîkayên qirkirina jinan bilind dikin.
Desteya Jinan: Em li hemberî van sûcan serî natewînin
Desteya jinan ya herêma cizîrê jî sûcên hovane yê dewleta tirk li dijî jinan şermezar kir û got:
Sûcê hovane yê li hemberî her sê hevalên me yê kombûna jinan a zenûbiya êrîşeke rasterat li ser îradeya azad a jinan e.
Hedefgirtina van jinan berdewamiya zincîreke dirêj a sûcan e ku bi şehîdxistina Hevrîn Xelef dest pê kir û heta vê kiliyê didome.
Desteyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wê xwîna van jinan bibe sotemeniya têkoşîna me ya berdewam û wiha bi dawî kir:
”Em li hemberî van sûcan serî netewînin û biryardariya xwe teqez dikin.
Ji dagirkeran hesap bipirsin û li kêleka hemû jinên ku li hemberî neheqî û mêtingeriyê mafên xwe diparêzin bisekinin.”



