Ji rêveberên Xweser Hemdan El Ebid û Elî Heco bang li gelê herêmê kirin ku nekeve dehfika propagandayên dijber û gotin:
“Em bi hêvî ne ku hikumeteke derbasbûnê, destûr û hilbijartinên azad pêk bên.”
Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid bang li gelê Sûriyê kir ku dûrî ajandayên derve bibin û got:
“Berê xwe bibin QSD’ê ku erka wan parastina aramiya herêmê ye.
Projeya Rêveberiya Xweser ji bo yekitiya tevahiya Sûriyeyê kar dike.”
Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser Elî Heco jî anî ziman ku ew Sûriyeke yekgirtî ji bo hemû gelê Sûriyê dixwazin û got:
“Yê gel û herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin QSD’ê bû.
Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku li dora QSD’ê bibin yek û ji bo parastina gel û axa xwe û avakirina Sûriyeke yekgirtî bixebitin.



