Hêzên QSD’ê ragihandin ku di nava 2 rojên dawiyê de, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser herêmên Eyn Îsa û Til Temirê zêde kirine.
QSD’ê dazanîn ku di van êrîşan de ziyan gihane cih û warê sivîlan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî encama êrîşên 2 rojên dawî yên dewleta tirk li ser herêmên Til Temir û Eyn Îsayê eşkere kir.
Li gor daxuyaniyê:
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên Til Hermil, Im el-Işba, Til Mihemed û El Rabîat yên Til Temirê kirin û hewl dan herêmên nû li ser dagirkeriya xwe zêde bikin.
Di encama êrîşên dagirkeriyê de 3 sivîl birîndar bûn.
Li eniya Eyn Îsa jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundên Gabar, Kefîfa û Xirbit Faris kir.
Artêşa dagirker bi van êrîşan hewl da dagirkeriya xwe li heremê berfireh bike.
QSD’ê da zanîn ku di encama van êrîşan de jî şervanek birîndar bûye.