Hêzên Asayişa Jin nasnameye şehadeta endamek xwe ya Hêzên Asayişa Jin Pelşîn Qamişlo eşkere kir û got:
Hevrêya me Pelşîn Qamişlo bi ruhê jina azad bû şehîdek ku navê wê di nav rêz û têkoşînê de na mire wê bimîne.
Emê heta dawiyê şopdarê wê û xeta şehîdên xwe bin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişa bi daxuyaniyekê nasnameye şehadeta endamek xwe ya Hêzên Asayişa Jin ragihand.
Hêzên Asayişa diyar kir ku endama wan Pelşîn Qamişlo bi pêkanîna çalakiyek fedayî li himberî çeteyên dewleta Tirka dagir ker li Minbicê şehîd bû.
Hêzên Asayişa Jin Sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
Bajarê Minbicê bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê rastî êrîşên çeteyên dewleta Turkiyê a dagirker hat.
Rêhevala me Pelşîn Qamişlo ji bo parastina ewlehî û aramiya gelê xwe û parastina nirxên azadiyê û rûmetê bilehengî derbasî eniya şer bû.
Heman demê şehîd Mizgîn di pêngava rizgirkirina Minbicê ya 2016’an de jî cihê xwe girt.
Rêheval Pelşîn dema ku li hemberî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê cihê xwe di parastina Bajarê Minbicê de digre.
Di êrişê de birîndar dibe.
Ji bo ku nekeve destê di nava çeteyên dewleta Tirk a dagirker bombe bi xwe ve diqetîne û çalakiya fedayî pêk tîn e.
Rêheval Pelşîn Qamişlo bû şehîdek ku navê wê di nav rêz û têkoşînê de namire wê bimîne.
Bû mînaka cesaret û lehengiyê , bi fedakarî û dilpakiya xwe ji pêkanîna erka xwe ya netewî dûr nedxist û zanî ku têkoşîna parastina nirxên gelê me fedekarî jê re pêwîste.
Herî dawî Hêzên Asayişa Jin soza şopandina xeta şehîdên xwe û hemû şehîdên azadiyê dan.
Li gorî daxuyniyê Hêzên Asayişa Jin agahiyên li ser nasameya şehîd wiha ye:
Navê Tevgerî: Pelşîn Qamişlo
Nav û paşnav: Mizgîn Kurdo
Navê Dayikê: Macîda
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Heleb 1999
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: QAMİŞLO 13/09/2022
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 8/12/2024


