Artêşa Îsraîlê di nav xaka Sûriyê hîn pêştir diçe.
Artêşa Îsraîlê li bajarokên parêzgeha Quneytirayê bang li sivîlan kir ku malên xwe vala bikin.
Îsraîlê eşkere kir ku ketina hêzên wan di nava xaka Sûriyê demikî ye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di saetên berbangê de jî, balafirên Îsraîlê êrişî cihên leşkerî li parêzgeha Tertûs û Laziqiyê kirin.
Çavdêriyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê li gundê Um Batinê yê li parêzgeha Quneytirayê bêhtir bi pêş de diçe.
Beriya çend rojan jî artêşa Îsraîlê ketinbû bajarokê El-Hezir û El-Hemîdiye yên li nêzî Colanê.
Hêzên Îsraîlê bang li xelkê her 3 derveran kirin ku malên xwe vala bikin.
Îsraîl: Ketina hêzên di nava xaka Sûriyê demikî ye
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de ragihand ku ketina wan a leşkerî li ser sînorê Sûriyê, demkî ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, “ketina rêjîma Beis bû sedema valahiyek li ser sînorên Îsraîlê û ziyan li herêma tampon a di navbera Sûriyê û Israîlê de kiriye”.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê Îsraîlê rê nede ku komên tundirew vê valahiyê dagirin.



