Çend sînatorên Amerîkî li hermberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, piştgiriya xwe bi Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrî re nîşan da.
Ew dibêjin ku gereke êrişên Tirkiyê yên li dijî kurdan werin rawestandin.
Senatorê Komager a Amerîkayê Kevin Cramer behsa êrişên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir û got ku “Destwerdana Tirkiyê dinava Sûriyê de ecêbe.
Eger Tirkiyê operasyonekê li dijî kurdan bike divê em bêdeng nemînin.”
Senatorê Amerîkayê Markwayne Mullin: Divê em di kirinên Tirkiyê li dijî Kurdan nîgiran bin
Senatorê Amerîkayê Markwayne Mullin jî li ser heman mijarê diyar kir ku
“Rê li bergirtina êrişên Tirkiyê li dijî kurdan ji berjewendiyên ewlehiya neteweyî yên Amerîkayê ye.
Li gel Kurdan bi hezaran girtiyên çeteyên DAIŞ û malbatên wan yên girtî hene.
Divê derbarê kirinên Tirkiyê li dijî Kurdan nîgiranî hebe.
Senatorê Amerîkayê James Lankford piştgiriya xwe bo Kurdan nîşan da
Her wiha Senatorê Komager a Amerîkayê James Lankford jî aixivî û piştgiriya gelê Kurd kir.
James Lankford wiha got:
Divê em ji bo kurdan tevbigerin.
Divê nameyeke zelal bidin Tirkan ku ew bi kurdan re û bi daxwazên wan yên azadiyê bawer in.



