Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke girseyî şehîdên Hêzên Sûryeya Domokratîk û Hêzên Erka Xweparastinê, spartin axê.
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê tev li merasîma oxirkirina cenazyên şervanên Hêzên Sûryeya Domokratîk û Hêzên Erka Xweparastinê Diyar (Diyar Bozan), Dirxam Kobanê (Dirxam Mihemed) Delîl Kobanê (Delîl Hebo), Bîbêrs (Îsa Derwêş), Mistefa Kobanê (Mistefa Qadir), Ziyad Kobanê (Ziyad Hesen) Qûsayî (Qoseyî El Kocak), Bahoz Kobanê (Xalid Ebdî), ku di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibûn, bûn.
Merasîm li mezara şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Bêrîvan Îsmaîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Bêrîvan wiha dewam kir:” Kes nikare vîna gelê me têk bibe, kes nikare fitneyan pêk bîne, em yek in û em ê li hemberî qirkeran rabin, ew dixwazin biratiya gelan û netewa demokratîk têk bibin, lê vaye gelê me rabûye ser piyan, kes nikare hêza gelê ku bi fikrê Rêber Apo li ber xwe dide, tune bike. ”
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Şêx Ehmed Hemo axivî û diyar kir ku gelên herêmê dê li hember hemû êrişan li ber xwe bide.
Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi durişmên dilsoziya bi şehîdan re hatin oxirkirin.



