Li Hesekê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo nîqaşkirina geşedan û guhertinên dawî li Sûriyê, bi beşdariya kesayetên eşîrî û siyasî, civînek li darxist.
Di civînê de geşedanên siyasî, leşkerî, rewşa herêmê û pêvavajoya piştî ketina Rêjîma Baas hate nîqaşkirin.
Endama Desteya Seroketiyê ya PYD’ê Foze Yûsif bal kişand ser metirsiya li dijî herêmê û gelê wê û erkê Rêveberiya Xweser û yê gelên herêmê.
Foze Yûsif berxedana dîrokî ya QSD’ê li bendava Tişrînê û pira Qereqozaq slavkir û got:
“Di têkoşîn û berxedanê degelên herêm xwedî tecrube ye.
Di vê qonaxê de divê her kes tax û herêmên xwe ji hewldanên têk birina armî û ewlehiya herêmê bi parêzin.”
Foze Yûsif destnîşankir ku ew ji bo diyaloga navxweyî ya Kurdî bê şert û merc amade ne û banga avakirina yekbûnê ji bo parastina xakê û destkeftiyên şehîdan, kir.
Beşdarên civîn jî teqezî bi girîngiya yekbûna hevgirtinê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destekdayîna QSD’ê û Rêveberiya Xweser, da.



