Ji ber geşedanên ewlekariyê yên li Sûriyê, Îsraîlê ji artêşa xwe xwest ku hemû mehên zivistanê li Sûriyê bimînin..
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yesrail Katz ji artêşê xwest ku li lûtkeya çiyayê Şêx ê Sûriyê, xwe bicih bikin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ji ber geşedanên ewlekariyê yên li Sûriyê got:
“Ji ber rewşa dijwar a hewayê pêwistî bi amadekariyeke mezin ji bo leşkeran li lûtkeya wî çiyayî, heye.
Piştî ketina rejîma Baas, Îsraîlê bi sedan êrişên hewayî yên li dijî baregehên leşkerî yên stratejîk ên Sûriyê pêk anîn û herêma bêçek a Cewlanê ya Sûriyê, kontrol kir.



