Di merasîma şehîdan de soza şopandina rêya şehîdan û soza tolhildanê hat dayîn.
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê şehîdên xwe yên endamê Hêzên Antîterorê (HAT) yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyê Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Komandos şehîd Mistefa (Mistefa Îsa), şehîd Reşîd (Reşîd Ebdo), şehîd Bênav (Welat Ehmed), şehîd Çiya Kobanê (Ferîd Misto) ku 9’ê Kanûnê li Qereqozaqê şehîd bûne, şehîd Hesen (Hesen Osman) ku 7’ê Kanûnê li Minbicê şehîd bûye û şehîd Berçem Kobanê (Zeyneb Mihemed) ku 1`ê Kanûnê li Hesekê şehîd bûye, oxir kirin.
Di merasîma oxirkirinê de endama Kongra Starê ya bajarê Qinê Nazê Elî axivî û got: “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin.
Roj bi roj jî şervanên me yê dilbiagir wê sozê didin ku dê tu carî dijminên me derbas nebin.
Em bang li gelê xwe dikin ku êdî roj roja me ye û divê em ji her carê bêhtir rabin ser pêyan.”
Dûre jî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mustefa axivî. Şêro got rêya serkeftinê dê bi saya şervanan mîsoger bikin û got: “Divê ji 7 salî heta bi 70 salî, em gelê xwe û welatê xwe biparêzin.
Divê em li pişt hêzên xwe bin. Va ye hêzên me bi şev û roj da ku jiyaneke aram pêk bînin, li ber xwe didin.”
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin. Şehîd bi dirûşman hatin oxirkirin.



