Reveberiya xweser 10 bas û 6 ambûlans ji Tebqa şandin kantona Minbicê ji bo derxistina xelkê li wir , lê Çeteyan ew karwan asteng kirin.
Seatên nîvro 10 wesayit û 6 ambulans ji bo veguhestina xelkê ku li Minbicê asê ma ye ketin rê.
Karwanê veguhestinê jî bi tevlîbûna saziyên navnetewî û koalisyonê bi rêket.
Lê dema karwan gihîşt Pira Qereqozaxê li aliyê din ê pirê, ji aliyê komên çeteyan ve hat astengkirin.
Komên çeteyan bi hincetên cuda nehiştin karwan derbas bibe.
Hat gotin ku dê karwan sibe dîsa ber bi Minbicê ve bi rê bikeve.



