Xelkê bajarê Girkê Legê piştgiriya xwe ji QSDˋê re nîşan da û got divê gel piştgiriya xwe bi hêzên xwe re xurt bikin.
Li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê bi sedan xelkê wî ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (Artêşa Nîştimanî) li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketina qadan.
Meş ji Çerxerêya Şehîd Xebat ve dest pê kir û li tevahî kolanên sereke geriya. Li sûka navendî meş vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Ebduselam Birces axivî û got: “QSDˋê hêza yekane li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinî û parastina gelê Sûriyeyê kir.”
Birces bang li tevahî pêkhateyên ji Kurd, Ereb û Suryanên wê kir ku yekitiya xwe xurt bikin û piştgiriyê bidin parêzvanên xwe QSDˋê.
Meş bi diruşmên “Bijî QSDˋê” û “Em hemû bi QSDˋê re ne” bi dawî bû.



