Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen yekem car piştî hilweşîna rêjîma Beis gihaşt Şamê da ku bi desthilatdaniya nû re hin hevdîtinan pêk bîne.
Geir Pedersen eşkere kir ku ew bi hemû beşên Sûiryê re kar dikin û guhertina siyasî dişopînin.
Geir Pedersen ji rojnamevanan re got, divê pêvajoya siyasî berfireh be û dûrî kirinê tolihidanê be.
Pedersen destnîşan kir ku divê saziyên dewletê di warê dabînkirina ewlehiyeke giştî de dest bi xebatê bikin.
Nûnerê NY Geir Pedersen di dawiyê de hêvî kir ku cezayên li Sûriyê rabin û porjeya çareseriyê di zûtirîn dem de pêk were.



