Li Sûriyê, hişyariyên zindîbûna DAIŞ’ê li hindirê Sûriyê tên dayîn.
Ji Amerîka, Rûsya, Almanya ev hişyarî tên dubarekirin.
Lê belê, bêtirî xwe bi êrişên dagirkeriya TIrkiyê ve tên girêdan.
Nexasim Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji çapemeniya Amerîkayê re gotibû ku êrişên Tirkiyê şerê wan ê li dijî terorê felc kiriye.
Iraq jî dibêje ku DAIŞ plan dike êrişî girtîgehên Hesekê û Reqayê bike.
Bi gûrbûna êrişên dagirkeriya Tirkiyê li dijî Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, li cîhanê zingilê hişyariya zindbûna DAIŞ’ê lê dide.
Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham ji kenala NBC News a amerîkayê re hişyariyê dide ku eger Tirkiye êrişî Kurdan bike û DAIŞîyên ji girtîgehan birevin, wê ji bo cîhanê bibe kabûs
Mezlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyê şerê me li dijî DAIŞ’ê felc dike
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ji Kenala Fox News a amerîkî re gotibû ku Tirkiyê û gorpên wê rojane êrişî wan dikin.
Ebdî hişyarî da ku ev êrişên berdewam şerê wan ê li dijî DAIŞ’ê felc dike.
Almanya: Li Sûriyê divê haya civaka naventeweyî ji DAIŞ’ê hebe
Wezîra Karên Deve ya Almanyayê Annalena Baerbockê jî derheqê çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyek ji civaka navneteweyî re şand.
Wê hişyarî da ku piştî rûdanên li Sûriyê, gereke rê bo çeteyên DAIŞ’ê neyê dayîn ku li Sûriyê, herêmê û li cîhanê pirsgirêkan derxînin.
Iraq: DAIŞ plan dike êrişî girtîgehên Hesekê û Reqa bike
Li tenişta wê, Ewlekariya Iraqê ragihand ku planeke DAIŞ’ê heye êrişî girtîgehên li Reqa û Hesekê bike.
Li gor serokê Ewlekariya Iraqê Ebdulkerîm Ebid Fadil dê DAIŞ hewl bide girtiyên xwe birevîne û ev dê bibe metirsiyeke mezin li ser ewlehiya herêmê û cîhanê.
Rûsya: Metirsiyeke mezin heye ku DAIŞ li Sûriyê serê xwe hilde
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî eşkere kir ku metirisiyeke mezin heye ku çeteyên DAIŞ’ê careke din serê xwe li Sûriyê hildin.
Cîgirê Wezîrê Karê Deve Sergei Ryabkov nîgeraniya xwe nîşan da ku hevdemî kaosa li Sûriyê, egera vegera DAIŞ’ê li Sûriyê zêde dibe.



