Gelê kantona Firatê 4 şehîdên xwe yên di navbera 8-14’ê Kanûnê de şehîd bûbûn, spartin axê.
Şervana YPJˈê şehîd Arjîn Reşîd (Berfîn Mihemed) ku 8ˈê Kanûnê di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, şervanê Hêzên Komandos şehîd Amanos Xizênê (Oso Bekî) ku 11ˈê Kanûnê di berxwedana li Pira Qereqozaqê de şehîd bûbû, şervanê QSDˈê şehîd Taha (Taha Hemze) ku li Kobanê şehîd bûbû û şervanê QSDˈê şehîd Çiya (Şêx Hisên Muslim) ku 14ˈê Kanûnê li Qamişloyê şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewanageha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatin oxir kirin.
Di merasîmê de hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê Xoce axivî û got, di navbera 2 rojan de 2 bira şehîd bûn, ev jî diyar dike ku gelê herêmê heta dawiyê xwedî li xeta şehîdan derdikeve.
Xoce got: “Em di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibin, ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve ku ji Kobanê dest pê kir, dijminên gelê Kurd û bi taybet jî dewleta Tirk a faşîst bi hemû hewldanên xwe dixwaze vê şoreşê tune bike û gelê me qir bike.
Lê berovajî wê, êdî me xwe li vir îsbat kir û em ê bi ser dikevin.”
Dûre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.



