Beriya çend rojan artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona kehrebê ya Til Temirê topbaran kiribû û ji ber wê ji xizmetê derketibû. Lê piştî tamîrkirinê stasyona ji nû ve kete xizmetê.
Di çarçoveya êrişên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyên herêmê de beriya çend rojan gundewarê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi taybet stasyona kehrebê hatibû hedefgirtin, di encamê de ji xizmetê derket û bi deh hezaran welatî ji kehrebê mehrûm bûn.
Koma pîşeyî ya saziya kehrebê ya Til Temirê zirarên li stasyonê bûne sererast kirin û îro ji nû ve stasyon kete xizmetê.



