Piştî çend saetan stasyona kehrebê ya Til Temirê kete xizmetê, artêşa dewleta Tirk a dagirker careke din stasyon hedef girt û ji xizmetê derket.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker di saetên vê êvarê de xeta kehrebê ya bi hêza bilind a 66 kf li derdora gundê Um El Kêf ê li gundewarê rojavayê bajarê Til Temirê topbaran kir.
Di encama topbaranê de stasyona kehrebê ji xizmetê derket. Di vê hefteyê de ev cara duyemîn e stasyon ji ber topbaranan ji xizmetê derdikeve.
Beriya çend rojan dagirkeriya Tirk stasyona kehrebê hedef girtibû. Lê vê sibehê koma tamîrkirinê ew stasyon sererast kir.
Lê vê êvarê careke din stasyona hat hedefgirtin û dîsa ji xizmetê derket.



