Wezîrê Karên Derve yê Fransayê banga parastina hevkarên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina mafên wan kir û daxwaz kir ku Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bibe beşek ji veguhastina siyasî.
Barrot diyar kir ku pêwist e Rêveberiya Xweser di guhartina siyasî ya li Sûriyeyê de beşdar be û got: “Fransa ji bo pêkanîna lihevkirinekê di navbera Tirkiyeyê û Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê de di hewldanan de ye.
Pêwist e şer li Minbic û Kobanê raweste.”
Barrot ku birêvebirina Sûriyeya nû bi gotinan nabe dê bi demê re bi partîkî aşkera bibe.
Barrot got rakirina cezayan û pêşkêşkirina alîkariyên ji bo ji nû ve tamîrkirina li Sûriyeyê bi pêkanînên siyasî û ewlehî yên zelal ve girêdayî ne.



