Li dijî desthilata nû ya Sûriyê Xelk û Dûrziyên li Siweydayê nerazîbûnên xwe nîşan dan û daxwaza sîstema federalîzmê kirin û gotin:”Em rê nedin ku ev herêma me bibe qada komên terorîst”.
Sûriyê bi rengêniya pêkateyên xwe tê naskirin…
Pêkhateya Dûrzî jî yek ji wan pêkhateyên ku ji dema destpêkrina aloziya Sûriyê û heta niha parastina welatê xwe dikin û daxwaza demokratî û federaliyê dikin.
Piştî ketina rêjîma Baas û hatina Heyet Tehrîr El Şam HTŞ’ê çarenûsa Dûrziyan nayê zanîn..
Taybet ku dewleta Tirk a dagirker bi riya HTŞ’ê dixwaze ku Dûrzî di Sûriya nû de cih negire..
Durziyên li ser sînorê Sûriye û Urdinê dijîn nerazîbûn nîşanî kiryarên Heyeta Tehrîr El Şamê ya bi pêşengiya Ehmed Şer dan û daxwaza sîstema federalîzmê kir.
Dûrziyên ku li Siweydayê û Çiyayê Durziyan dijîn, têkildarî polîtîkayên ku li ser wan tê meşandin daxuyaniyek dan û gotin:
Kesên nêzîkî Colanî, 500 hezar dolar ji bo guherîna helwesta siyasî ya xelkê herêmê xerc kirine.
Em di wê baweriyê de ne ku ev kiryar, rasterast metirsiyekê li ser destkeftên me yên netewî çêdike.
Hewldanek e ji bo binpêkirina mafên xelkê Siweyda û Cebel El-Diruzê (çiyayê Durziyan).
Bi taybetî dilgiraniya HTŞ ya li hemberî mafê xelkê Siweydayê yê federalîzmê ku mafêke xwezayî ye, wê metirsiyê nîşan dide.
Derbarê amadekirina destûreke nû ya li Sûriyê de jî Dûrziyan gotin:
Tekane çareseriya ji bo paşeroja Sûriyê û mafên gelê Siweydayê û hemû gelê Sûriyê, çêkirina destûreke nû ye ku dadmendî û wekheviyê di navbera hemû mezheb û koman de misoger bike.
Xelkê herêma Siweydayê û Dûrzî daxwaza sîstema federalîzmê dike.
Em rê nedin ku ev herêma me bibe qada komên terorîst.
Mafên me yên rewa tenê bi destûreke dadperwer û projeyeke niştimanî ya ku mafê hemû aliyan misoger bike dê bên parastin. Cebel El Diruz dê wekî keleha rûmet û azadiyê berdewam be.
Hêjayî gotinê ye ku şêniyên bajarê Siweyda ji sala 2023’an ve dest bi Sehildana li dijî rewşa jiyanî û xizmetguzariyê li Sûriyê kiribûn û daxwaza pêkanîna aştî û demokratîk kirin.



