Îro Cejna êzî ya civaka êzîdî ye.
Bo vê yekê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ,YBŞ’ê daxuyaniyek dan û di daxiyaniyê de cejna Êzî li hemû civaka Êzidî pîroz kir.
Di daxuyaniya KNK’ê de hate ragihandin ku cejnên Êzidiyan dîrokeke kevnar e.
KNK’ê balkişand li ser wateya mezin a vê cejnê ji bo civaka Êzidî û diyarkir ku niha li dijî civaka êzîdî metirsiyeke mezin heye.
KNK’ê diyar kir ku parastina Şengalê erka hemû hêzên Kurdistanî ye û got:
“Li ser vê bingehê weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em bang li gelê Kurdistanê, civaka Êzidî dikin ku bi hev re Şengalê ava bikin.”
Fermandariya Giştî ya (YBŞ) jî bi daxuyaniyekê Cejna Êzî pîroz kir û got:
“Bi hezaran sale dijmin û neyarên me hewil didin û dixwazin çand û baweriya me ya kevnar têk bibin.
Di sala 2014’an de xwestin vê armanca xwe bidestê çeteyên DAIŞ pêk bînin.
Lê me di Şengal de di encama berxwedanî ev daxwaza wan diqirka wan de hişt û pilana wan têk bir.
Em bang li civaka xwe ya Êzidî dikin ku li hevdu xwedî derkevin.



