CENTCOMˋê ragihand ku duh di êrişa hewayî ya li Dêra Zorê de di nav de serçeteyek 2 DAIŞˋî hatin hedefgirtin.
CENTCOMˋê diyar kir ku hêzên wan duh li bajarê Dêra Zorê yê Sûriyeyê di nav de serçeteyek 2 çeteyên DAIŞˋê hedef girtin.
Di daxuyaniya CENTCOMˋê ya li ser Xˋê de hat gotin di nava çeteyên hatine hedefgirtin de serçeteyê DAIŞˋê bi navê Ebû Yûsiv heye. Her wiha hat diyarkirin ku êrişa hewayî li parçeya Sûriyê ya ku berê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hate kirin.
Fermandarê CENTCOMˋê Michael Corella got, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi beşdariya hevalbend û hevkarên xwe li herêmê rê nadin ku rêxistina DAIŞˋê rewşa heyî ya li Sûriyeyê derfet bigire û xwe komî ser hev bike.”
Corella diyar kir ku DAIŞ hewl dide zêdetirî 8 hezar endamên xwe yên niha di avahiyên li Sûriyeyê de ne, rizgar bike.



