Dayika nûçegihan Cîhan Bîlgîn li ser şehadeta keça xwe peyamek da û diyarkir ku keça wê karîbû her karî bike, lê wê şopandina heqîqetê hilbijart û ji bo canê xwe fedakir.
Malbata nûçegihana ajansa ANHA’yê ku 19’ê Kanûnê, di encama êrişa balafira bêmirov ya dewleta Tirka dagirker de şehîd bû, serdanên sersaxiyê pêşwazî dikin.
Gelek kes, hevalên şehîd û partiyên siyasî serdana malbatê li navçeya Midyat a Mêrdinê kirin û sersaxî jji malbatê re xwestin.
Dayika Cîhan Bîlgîn Katibe Bilgîn li ser keça xwe axivî û got:
“Cîhana min bi xîret bû, heqîqet dişopand, edalet xwendibû.
Cîhana min her tişt dizanî, her tişt dikarî, her meslek bi dest diket.
Lê hes ji vê rê kir, hes ji riya miletê xwe kir, canê xwe ji miletê xwe re da.”


