Hêzên Îsraîlê, ketin parêzgeha Quneytirayê û bajarokekî wê kontrol kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên Îsraîlê ketin bajarê El-Beis yê li Quneytirayê.
Îsraîliyan bang li xelkên bajar kirin ku çekên di destên wan de radest bikin.
Artêşa Îsralê ji bo vê tenê 2 seat dem daye xelkê.
Îsrîalê hişyarî da xelkê bajarokê ku eger hemû çek di dema diyarkirî de neyên radestkirin wê rêbazên din bikar bînin.



