Rojnameyeke Israîlê ya navdar dibêje ku gihaştina komên girêdayî Ixwan El-Muslimîn li ser desthilata Sûriyê û piştgiriya Tirkiyê û Qeter ji wan re, Israîl nîgeran dike.
Her wekî destnîşan dike ku eger Tirkiyê piştgiriyê bide wan, nayê zanîn dê bersiva Israîlê çawa be
Di nûçeşîroveyeke rojnameya Jerusalim Post a israîlî de, hişyarî bo rola Tirkiyê li Sûriyê tê dayîn.
Rojname dibêje ku ev komên islamî yên ku gihaştine desthilatê û Tirkiyê û Qeter piştgiriyê dide wan, Israîl nîgeran dike.
Her wekî diyar dike ku eger Tirkiyê piştgiriya çekdarî bide wan, nayê zanîn dê bersiva Israîlê çawa be.
Di heman wextê de tê gotin ku Erdogan hewl dide xwe têxe şûna serokê Rûsyayê Vlademir Pûtîn.



