Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Cadê yê başûrê Kobanê topbaran kir. Di encamê de zarokek 12 salî û dayika wê şehîd bûn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Cadê yê başûrê Kobanê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran kir.
Heman çavkanî got di encama topbaranê de zarokek 12 salî û dayika wê şehîd bûn.
Li gorî amarên nexweşxaneyê ku ajansa me bi dest xistine, navên şehîdan wiha ne: Nesîm Xelef (12) û Sewsen Xelef (35).



