Ji fermandarên hêzên parastinê Viyan Soran diyar kir ku wan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê pûç kirin.
Her wekî destnîşan kir ku ji bo parastina Bendava Tişrînê wan taktîkên nû bi kar anîn.
Ji fermandarên ku Bendava Tişrînê diparêzin Viyan Soran têkildarî rewşa hêzên parastinê ev agahî da:
“Çeteyên ser bi dewleta Tirk, ji du baskan ve êrîş kirin. Êrîşên giran dikin.
Lê belê dikin nakin nikarin bi pêş ve biçin. Ji ber vê yekê jî çete bêçare man.”
Her wekî eşkere kir ku wan bersiveke xurt dan êrîşa pêr. Di encamê de gelek çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.
Viyan Soran dawiyê raghand ku ji bo parastina Bendava Tişrînê wan taktîkên nû bi kar anîn.



