Jinên Dêra Zorê bi pêşengiya Kombûna jinan a Zenûbiya daxuyaniyek dan û daxwaz kirin ku jin bi nûneratiyeke adil beşdarî komîteya amadekirina destûra nû a Sûriyê bibin.
Daxuyanî li qada Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi tevlîbûna gelek jinan hat xwendin.
Di daxuyniyê de jinan bal kişandin ser rewşa Sûriyê û hin xalên ku divê di pêvajoya nû ya sûriyê de bên bicihanîn rêz kir:
Beşdarbûna hemû jinan û rêxistinên femînîst ji hemû deverên Sûriyê bi nûneratiyeke adil di komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê de.
Damezrandina komîteyeke şopandina rastiyan û dadgehkirina sûcdarên ku ji aliyê rejîma berê ve zilm li jin û civakê dikir.
Divê jin di hemû pêkhate û mezhebên Sûriyê de û di hemû qadan de nûnerên xwe hilbijêrin.
Naskirina yasayî ya mafê jinan ji bo parastina xwe û misogerkirina vê di destûra nû ya Sûriyê de.



