Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya civîna xwe eşkere kir û têde hat diyar kirin ku Rêveberiya Xweser mifteya çareseriya aloziay li Sûriyê û bang li hemû jinan kir ku li dora Rojavayê Kurdistanê bibin xeleka berxwedanê.
Meclisa Jinan a (DEM Partî) daxuyaniya dawî ya civîna 22’ê Kanûnê eşkere kir.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê di encamnameya civîna xwe de ji bo peymana jiyana hevbeş banga parastina Rojava kir.
Her wiha Di encamnameyê de jinan bal kişandin ser pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo û wiha hat gotin:
“Tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, ne tenê pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd digire, êrişên li dijî jinan jî kûrtir dike.
Desthilata AKP’ê bi riya Çeteyên ku ji aliyê wê ve tên birêvebirin, li hemberî jinan komkujiyan pêk tînin.
Lewma bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan re wê tevahî gel û di serî de jin azad bibin.”
“Rêveberiya Xweser mifteya çareseriya aloziay li Sûriyê ye”
Meclîsê teqez kir ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê kurdistanê mifteya çareseriya aloziay li Sûriyê ye:
“Ev fikir Li dijî statukoya netew-dewletê çareseriyek e.
Li dijî desthilatdariya mêr avakirina azadiya jinê ye.
Lewma desthilatdariya AKP-MHP’ê bi destekê didin çeteyan hewil didie şoreşa jinan û gelan a Sûriyê dike hilweşîne.
Ev rastiya li ber çavê her kesî ye û we bi xwe rola xweya li dijî vê şoreşê eşkere dike.”
“Divê hemû Jin li dora Rojavayê Kurdistanê bibin xeleka berxwedanê”
Her wiha Meclîsa Jinan a DEM Partî di encamnameyê de bang li hemû jinan kir ku li Nisêbîn û Pirsûsê nobetê bigirin û di vê qonaxa dîrokî de li dora Rojava xeleka berxwedanê:
- Ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê, Şoreşa Jinê ya Rojava şoreşa çirûska azadiyê ye.
- Mîrate û destkeftiya ku jinan bi hewldan, têkoşîn û tecrûbeyên xwe ji sedsala 21’an re hiştiye.
- Tu plan û polîtîkayên şer ên hikûmetan nikarin vê rastiyê biguherînin.
- Werin em bi hev re têkoşîna avakirina aştiyeke birûmet bi pêşengiya jinan li dijî siyaseta şer mezin bikin.
- Da ku di sîstema nû ya Sûryê de jin bibin xwedî gotin.”



