Endamê Meclisa Rûspiyên Amerîkî Sen.
James Lankford got ku bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Amerîkayê berjewendiyeke neteweyî ye.
Sen. James Lankford di hevdîtineke televizyonî de got ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhateyên cuda cuda dijîn, niha ew di bin gefên Tirkiyê û Daiş’ê de ne.
James Lankford da zanîn ku piştî ketina rejîma Esed, Daiş li herêmê çalak bûye.
Hêzên me li gel QSD’ê gelek çalakî li dijî wan pêk anîn.
Niha bi hezaran ji girtiyên DAIŞ’ê di zîndanên ku di bin parastina Kurdan de ne.
Ji ber vê yekê ev herêm ji bo me pir girîng e.
“Kurd li Sûriyê şerê terorê dikin û Tirkiyê dixwaze wan qir bike”
Sen. James Lankford derbarê idîayên Tirkiyê jî wiha got:
Tirkiyê Kurdan terorîst bi nav dike.
Lê belê yên ku şerê terorê li Sûriyê dikin, kurd in.
Gelek caran endamên DAIŞ’ê di sînorê Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûn da ku şerê hêzên Kurdî bike.
Eger Amerîka ji herêmê bikişe wê DAIŞ ji nû ve li herêmê belav bibe. Tirkiyê jî wê bi aşkereyî Kurdan serjê bike.
Ji ber vê yekê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Amerîka berjewendiyeke niştîmanî ye.



