Hêzên Meclisa Leşkerî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dgirker li dijî gundewarê başûrê Bendava Tişrînê û derdora bajarokê Ebû Qelqel ê başûrê rojhilatê Minbicê têk birîn.
Navenda Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarê başûrê Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin, gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin, her wiha gelek çete revîn.
Her wiha navendê daxuyand ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora bajarokê Ebû Qelqel ê başûrê bajarokê Minbicê têk birin, hin wesayîtên wan ên leşkerî rûxandin û gelek çete kuştin.
Lê heta niha li wan herêman şer û pevçûnên dijwar rû didin.
Ji bo piştgiriya êrişên çeteyan, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên bêmirov derdora Bendava Tişrînê û nuqteyan pevçûnan hedef digire.
Di encama topbaranên dewleta Tirk a dagirker û bombebaranên balafirên bêmirov zirarên mezin bi bendavê bûn.



