Li Sûdanê li gel şerê navxweyî nexweşiyên mîna kolerayê jî zêde bûne. Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber şewba kolerayê li Sûdanê mirin derket hezar û 258’an.
Wezareta Tenduristîyê ya Sûdanê diyar kir ku li welêt bi giştî hejmara nexweşên kolerayê derket 48 hezar û 598’an.
Baran û lehiya ku meha Hezîranê li Sûdanê dest pê kir bû sedema belavbûna kolerayê.
Desthilatdarên Sûdanê di 12’ê Tebaxê de kolera wekî belav dibe ragihand.
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî di 1’ê cotmehê da ragihandibû ku 3,4 milyon zarokên Sûdanî di bin xetereya nexweşiya epîdemîk de ne.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî-UNICEF ragihand ku di 5’ê Cotmehê de 1,4 mîlyon dozên derziya kolerayê şandine Sûdanê.
Li Sûdana ku şer dewam dike û pergala tenduristiyê bi bandor naxebite, belavbûna nexweşiyên epîdemîk jiyana mirovan hîn dijwartir dike.



