Serokê PEN’ê a Navneteweyî diyar kir ku dewleta Tirk ji bo rastiyê binixumîne êrşî dibe ser rojnamevanan, kurd tenê daxwaza mafên xwe yên bingehîn dikin.
Nerazîbûnên li hemberî hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, dewam dikin.
Serokê PEN a Navneteweyî Bûrhan Sonmez êrîşên li ser rojnamevanên Kurd şermezar kir û got:
Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema nûçeyên rast derdixitin ji raya giştî re hatin şehîdxistin.
Ev yek ji aliyekî ve êrîşa li ser çapemeniya azad nîşan dide, ji aliyê din ve jî bêser û beriya êrîşên li ser civaka Kurd a li Rojava radixe pêş çavan.
Sonmez bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî êrîşên li ser civak û rojnamevanên Kurd û wiha anî ziman:
Ji bo parastina rojnamevanan em hewl didin torên piştevaniyê ava bikin û zexta dîplomatîk li hikumetan bikin.
Em hewl didin saziyên li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî bixin nava liv û tevgerê.



