Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir. HPG’ê diyar kir ku hevrêyên wan Ekîn û Mîtra milîtaniya fedaî ji felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re kirin û got: Em soza xwe dubare dikin ku emê bibin layiqî ked û têkoşîna wan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîla Ekîn û Mîtra daxuyaniyek da.
HPG’ê sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest û li ser kesayeta wan nirxandinên berfireh kir.
HPG’ê diyar kir ku hevriya wan Ekîn li nava malbateke dilsozê nirxên xwe li navçeya Qereyazî ya Erzîromê ji dayik bû û wiha qala tevlîbûna wê kir:
HPG: Hevrê Ekîn û Mîtra bûn mîlîtanên serkeftî yên mînak
Hevrê Ekîn sala 2015’an de tevlî nav refên gerîla bû.
Bi tevlîbûna xwe ya perwerdeyê û sekna xwe ya jiyana gerîla re bû gerîlayek mînak.
Di dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi armanca qirkirina gelê me êrîş kirin, di gelek çalakî û hemleyên ku li hemberî çeteyan hatiye li darxistin de cih girt.
Bi sekna xwe ya di israra derb li dijmin dan û xeta azadiya jinê de bû mîlîtanekê serkeftî ya mînak a PKK-PAJK’ê.
Li hemberî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmen Parastina yên Medyayê dabû destpêkirin,bi awayek çalak tevlî pêvajoyê bû.
Li ser tevlîbûn, sekin û têkoşîna şehîd Mîtra jî wiha hat gotin:
Hevrêya me Mîtra, li navçeya Cizîra Botan a Şirnexa bajarê qedîm û welatparêz ê Botanê ji dayîk dibe.
Hevrê Mîtra beriya tevlî naa tevgera azadiyê bibe di xebatên çandî de xebitî.
Gelek caran ji aliyê dijmin ve hat girtin û binçavkirin, lê ji sekna xwe ya şoreşgerî tawîz neda.
Sala 2015’an tevlî nava refên gerîlayan bû.
Bi kesayeta xwe ya bi demê re pêş diket, bû milîtaneke mînak.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêya xwe di nava têkoşîna xwe de zindî bigirin.
Agahiyên li ser nasnameya her du şehîdan wiha ye:

Nasnav: Ekîn Dilda
Nav paşnav: Zelîha Mahçûp
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 6 Cotmeh 2024, Xakurkê
***

Nasnav: Mîtra Manî
Nav paşnav: Zeynep Aslan
Navê dayikê: Seymen
Navê bav: Mehmet Seyfettîn
Dem û cihê şehadetê: 6 Cotmeh 2024, Xakurkê



