QSDˈê ragihand ku li rojavayê Pira Qereqozaqê 2 cîhazên radarê û panzêreke dagirkeran îmha kirine.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kirin:
“Piştî hilweşîna rejîma Baas a Şamê, dewleta Tirk sûdwergirtina ji rewşa nû ya Sûriyeyê dewam kir. Di vê çarçoveyê de baregehên nû yên dagirkeriyê di axa Sûriyeyê de ava kirin. Li Minbic û rojavayê Firatê 2 baregehên nû ava kirin.
Hêzên me li hember hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk operasyonên bibandor li rojavayê Pira Qereqozaqê li dar xistin, di wan operasyonan de du cîhazên radarê û panzêreke dagirkeran îmha kirin.”



