Şaneyên çeteyên DAIŞˈê li gundewarê bajarê Şedadê êrişî erebeya Hêzên Asayîşê kirin.
Di êrişê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ragihandiye, şaneyên çeteyên DAIŞˈê îro li ser rêya Şedadê-Deşîşe êrişî erebeya Hêzên Asayîşê kirin.
Nûçegihanê me diyar kir ku di encama êrişê de 2 endamên hêzên Asayîşê birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneya Şedadê hatin veguhestin.



