Niha li herêmê şer û pevçûn heye, xelkên herêmê di nav vê rewşê de hewil dide sersala xwe pîroz bike..
Gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb, Aşûrî û Sûryanî, tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe ji bo sala nû amade dikin.
Xelkên herêmê berê xwe didin sûkên bajaran û pêwîstiyên pîrozkirina sersalê dikirin.
Li herêmê dikan ji bo kirîn û firotina pêwîstiyên sersalê hatine xemilandin û ji bo standina cil, sebze, fêkî û şîranî, liv û tevgereke zêde heye.



