Li Dirbêsiyê di bîranîna 3 cangoriyên azadiyê de li dijî xetereyan banga yekitiya neteweyî hate kirin û peyama piştevaniya bi QSDˈê re hate dayîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ji bo şervanên Hêzên Komandos ên QSDˈê Egîd Dirbêsiyê (Sayîl Mihemed), Eqrebreş (Feysel Elî) û Şahîn Cîlo (Cîhad Elî) yên ku di 8 û 15ˈê Kanûnê de bi berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de li Minbic û Helebê şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist.
Tevî endamên saziyên sivîl, meclis, tevgerên jin û ciwanan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi sedan şêniyên bajar beşdarî merasîmê bûn ku li qada geraca bajar hat lidarxistin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hemîd Miêş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de got:
“Dewleta Tirk a dagirker bi aramcna pêkanîna planên xwe yên mêtîngeriyê êrişê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Lê berxwedan û fedakariyên şehîdan van êrişan têk dibin.”
Hemîd Miêş anî ziman ku vîna gel ji êrişên dagirkeran bihêztir e û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin QSDˈê.
Bi navê meclisên leşkerî yên kantona Cizîrê Dêrsim Hesekê jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan hewl dide îradeya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî pêkhateyê Kurd bişikîne û wiha dom da axaftina xwe: “Herêm di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe.
Em bang li hemû tevger û partiyên siyasî yên kurdî dikin ku li hemberî gef û xetereyên li ser herêmên me yekitiya xwe çêbikin.”
Dêrsim Hesekê di dawiya axaftina xwe de got: “Em xwediyên ezmûnên dîrokî ne.
Tu kes nikare me bişkîne. Em soz didin şehîdên xwe ku me dê heya bidestxistina serketinê şopdarên rêya wan bin.”
Bavê şehîd Egîd Dirbêsiyê, Umer Dirbêsiyê jî got: “Dema me rêya azadiyê hilbijart em amade bûn ku şehîdan bidin.”
Xalê şehîd Eqrebreş, Îsmaîl Elî anî ziman ku ne ji keda QSD û YPJˈê bûya dê herêm hatibana dagirkirin û komkujî li dijî gel çêbûna û got: “Tevahî zarok li ber dilê malbatên xwe buha û hêja ne, lê welat hêjatir e ku di rêya azadiya wê de berdêl bên dayîn.”
Birayê şehîd Şahîn Cîlo, Egîd Elî jî soza şopandina rêya şehîdan da û bang li şêniyan kir ku li dora QSDˈê kom bibin.
Di dawiyê de wesîqeyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Merasîm bi dirûşmên silavkirina berxwedana QSDˈê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.



