Xelkê Reqayê hêvî kir ku sala nû, ji bo tevahî gelê Sûriyeyê, bibe sala aştiyê, dawiya êrişan û wêraniyê, vegera koçber û penaberan li warê xwe.
Ajansa me nêrînên xelkê kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên der barê sala nû de girtin.
Xelkê bal kişand ser girîngiya pêkanîna ewlehî û aştiyê û bidawîkirina êriş û qetilkirinê.
Welatiya bi navê Medya Silêman sersala nû li tevahî gelê Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala xêrê, ewlehî û aştiyê û dawiya şer û wêraniyê.
Welatiyê bi navê Ebdulezîz El Elî hêvî kir ku koçber û penaber bi ewle vegerin warê xwe, şer û kuştin bi dawî bibin û yekparebûna welat were pêkanîn.
Duha El Ehmed jî hêvî kir ku aştiyeke mayînde pêk were û ji Sûriyeyiyan re got dûrî destwerdan û zulmê ber bi avakirinê ve biçin.
Çend saet mane em bikevin sala nû ya 2025’an. Di vê meha dawîn a îsal de hêviyên welatiyên Sûriyeyê yên ji 2011’an ve dixwestin pêk hatin, nexasim ketina rejîma Beşar Esed. Lê hîn jî pêşeroja Sûriyeyê ne diyar e.



