Duh me nûçeyek bi we re parve kir ku axaftina telefonê di navbera Hevseroka Dîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser û Ilham Ehmed û Wezîrê Derve yê Israîlê pêk hatiye.
Me agahî derbarê naveroka axaftina wan de bi dest xistin..
Li gor çavkaniyên pê bawer, Israîl bi rengekî erênî nêzîkî garantiya mafên kurdan û pêkhateyên din bûye.
Çavkaniyan da zanîn ku Ilham Ehmed û Wezîrê Derve yê Israîlê Gideon Sa’ar behsa rewşa Sûriyê, geşedanên dawiyê li herêmê, parastina serweriya Sûriyê û êrişên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîne.
Her wekî herdu aliyan girîngî dane agirbesteke mayînde li ser tevahiya axa Sûriyê.
Li gor heman çavkaniyan, di axaftina Ilham Ehmed û Gideon Sa’ar de, qala parastina kurdan û neteweyên din jî hatiye kirin.
Çavkaniyê eşkere kir ku wezîrê Israîlê bi rengekî êrênî nêzîkî misogerkirina mafên kurdan û rawestandina şer bûye.



