Bi hezaran şêniyên kantonên Cizîr û Firatê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin, piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana QSD û YPJ`ê anî ziman û berxwedana li bendava Tişrînê silav kir.
Bi hezaran şêniyên bajarên Eyn Îsa û Kobanê yên kantona Firatê û bajarên Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê yên kantona Cizîrê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.
Li bajarê Eyn Îsa, bi sedan şênî û koçberên ji bajarê Girê Spî ya dagirkirî li Çerxerêya Leşkerî li hev civiyan û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derketin meşê.
Di meşê de beşdaran alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hilgirtin.
Rêvebera Saziya Avê ya Eyn Îsayê Sena El Elî di çalakiyê de axivî û berxwedana şervanên QSD`ê ya li hember dewleta Tirk û çeteyên wê silav kir û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermazar kirin. Senayê “êrişên hovane yên li ser bendava Tişrînê û karwanên sivîlan” jî şermezar kirin.
Meş bi dirûşmên “Bijî Berxwedana QSD’ê”, “Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd“ bi dawî bû.
Li bajarê Kobanê jî bi hezaran şêniyên kantona Firatê, xwendekar, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi meşeke girseyî êrişên li ser bendava Tişrînê şermezar kirin.
Meş ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir. Şêniyan, alên QSD û YPJ`ê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên kesên li bendava Tişrînê şehîd bûne, hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Berxwedan jiyan e” û “Na ji êrişên dagirkeriyê re” berz kirin.
Meş li Qada Şehîd Egîd rawestiya. Piştî rêzgirtinê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Sara Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk êrişên xwe yên hovane li ser bendava Tişrînê berdewam dike û wiha pê de çû: “Em berxwedana bendava Tişrînê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav dikin. Em li pişt şervanên xwe ne, em ji êrişên dagirkeriyê tu carî natirsin. Şervanên me hêza me ne, em ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe bin.”
Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.
Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê û gundên wê tevî endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rûsipiyên êlên Ereb, derketin meşa ku li pêşiya meclisa bajar dest pê kir.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberên meclisa bajarê Tel Hemîsê Belqîs El Ebdela axivî û bal kişand ser geşedanên meydanî û siyasî yên li Sûriyeyê û got êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser pêk tên.
Endama Kongra Star a Til Hemîsê Mawîa El Hedîd jî berxwedana QSD û YPJ’ê silav kir.
Berdevkê êla Tey a Ereb Hiyal El Xawêr, piştgiriya êlê û şêx û rûspiyên eşîran bo QSD`ê anî ziman, her wiha ji bo berxwedana li bendava Tişrînê got: “Em bi dil û can bi we re ne“.
Meş bi dirûşm û bangên ji bo hevgirtin û yekitiyê bi dawî bû.
Her wiha pêkhateyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û êrişên li dijî sivîlên li bendava Tişrînê û piştgiriya berxwedana QSD`ê û YPJ`ê daketin meydanê.
Girseya gel li navenda Girkê Legê kom bû û alên QSD’ê û pankartên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Bijî QSD” bilind kirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hiznî Ebûzêd axivî û got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên berxwedêr ên li bendava Tişrînê şermezar dikin.”
Hiznî her wiha got: “Em hemû bi QSD’ê re axa xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin. “
Meşa li bajarê Çilaxa li Çerxerêya Jinan dest pê kir û li Qada Şehîd Masûm veguherî mîtîngê.
Endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Çilaxayê Yûnis Hacî axivî û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser bendava Tişrînê û karwanên sivîlan şermezar kirin û got êrişên dewleta Tirk îsbat dikin ku nikare pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bike.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Husam Hisên destnîşan kir ku ew piştgiriya QSD`ê dikin û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê bi tundî şermezar kirin.
Li bajarê Dêrikê jî meşê ji Qada Azadiyê dest pê kir. Bi sedan şêniyan wêneyên şehîdên bendava Tişrînê û alên QSD`ê hilgirtin.
Girseya gel piştî ku li kolanên sereke yên bajêr geriya, li navenda bajêr kom bû. Ji rêveberên dibistanan Gelşat Mûrad axivî. Mûrad êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bombebarankirina sivîlan şermezar kirin.
Mûrad got: “Ev êriş dê vîna me têk nebin û heta serkeftinê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û li kêleka hêzên xwe QSD’ê bin.”
Hevşaredarê Dêrikê Ciwan Hesen jî axivî û bal kişand ser berxwedana nobedarên li bendava Tişrînê ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wê nîşaneya serkeftinê bilind dikin.
Meşa bajarê Amûdê jî li Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Cîhad a li navenda bajêr ve çû. Bi sedan şênî, mamoste û xwendekar bi dirûşmên “Em hemû QSD ne”, “Bijî berxwedana Tişrînê” tev li meşê bûn.
Ji rêveberên dibistanan ên bajarê Amûdê Hana Xalid daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina aramiya herêmê ye. Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê pêk tîne hate şermezarkirin.
Meş bi dirûşma “Em hemû QSD ne” bi dawî bû.



