Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bendava Tişrînê çalakiyên xwe yên aştiyane didomînin.
Nobedarên li bendava Tişrînê 15 roje çalakiya xwe dewam dikin.
Tevî serma û baranê jî, jibo rawestandina êrişan li ber xwe didin..
Daxwaza wan rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker e.
Duh dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî çalakvanên li bendavê kir.
Di encamê de kesek şehîd û bi dehan jî birîndar bûn.
Ji 8’ê Çileyê ve heta niha di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çalakvanan de, 20 kes şehîd bûne û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne.



