Li bajarê Humsê di 72 saetên dawî de, 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Ev kesana, di êrişên çeteyan ên li dijî elewî, şîe û murşîdiyan de hatine kuştin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), komên çekdar ên xwecih ên girêdayî rêveberiya HTŞˈê li gundên niştecihên elewî, şîe û murşidî, operasyonên tesfiye-kirinê pêk anîn.
Navenda Çavdêriyê, ragihand ku di encama binpêkirinan de 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Her wekî navendê da zanîn ku li wan gundan bi dehan kes hatin revandin, êşkence, destdirêjî û heqaret li sembolên olî hatine kirin û bi cenazeyan jî hate lîstin.



