Navenda ragihindin û çapemniya giştî ya fermandariya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermendara YPJ’ê Arjîn Kobanê ragihand.
YPJ’ê sersaxî da gelên herêmê û malbatên şehîdan û got: “Em soz didin ku berxedana li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozê bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Fermandariya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya ji fermandarên xwe Arjîn Kobanê eşkere kir.
YPJ’ê da xuyakirin ku 48 rojin li bendava Tişrînê û Pira Qereqozax berxwedaneke dîrokî ji aliyê gel û şervanan tê meşandin.
Berxedan dîrokî ya li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozê, seknên wêrek û fedayî azadiya gelê me mîsoger dike.
Di vê berxedanê de, fermandara me Arjîn Kobanê, roja 21’ê Çilê di eniyên pêş yên şer de tevlî karwanên nemiran bû.”
YPJ’ê derbarê fermandara xwe Arjîn Kobanê de ev nirxandin kir:
Fermandar û Hevrêya me Edla Mixarî bi nasnav Arjîn Kobanê di sala 1984’an li bajarê Berxwedanê Kobanê di malbateke welatparêz de ji dayik dibe.
Bi çanda nîştîmanperweriyê mezin dibe.
Bi vê zanêbûn, bîr û baweriyê ya ji azadiya gelan re di sala 2001’an de biryara beşdarbûna nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dide û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê ku wargeha jinên azad e.
Heta sala 2011’an de li çiyayên Kurdistanê ked û tekoşîneke mezin dide.
Weke jineke şoreşger li ser pîvanên jina azad kirî welatê azad kiriye dibe xwedî ezmûnên bêhampa.
Sala 2011’an de fermandar Arjîn jî ji bo ku rastiya gelê Rojava ya ku di azadî û serxwebûnê xwedî biryare de cih bigre, berê xwe dide Rojavayê Kurdistan ê.
Di nava xebatên rêxistin kirina ciwanan de cihê xwe digre
Di qadên siyasî û rêxistin kirina jin û civakê de li gelek bajarên cuda xebatên stratejîk û girîng de peşengtî kir.
Fermandar Arjîn erk û berpirsiyarên xwe herdem bi zanista xizmet kirina şoreşê pêk anî.
Bi sekna xwe ye dirûst, fedakar û zane bû temsîla kesayeta fermandartiya Yekîneyên Parastina Jin kir.
Gelek şervan li ser birdoziya azadiya gelan û jinan perwerde kir.
Bi wan şervanên xwe re jî di eniyên şer de cihê xwe girt.
YPJ’ê di şexsê fermandar Arjîn Kobanê sersaxî ji hemû gelên bakur û rojihatî sûriyê re xwest û soza pêkanîna xeyal û armancên şehîdan da.
Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Edla Mixarî
Nasnav: Arjîn Kobanê
Navê Dayik: İda
Navê Bav: Şewket
Cih û Dîroka Şehadetê: 23.01.2025/Bendava Tişrînê



