Ji bo piştgiriya berxwedana Bendava Tişrînê şêwekaran li navenda Mihemed Şêxo kargeha wêneyan vekir.
Di merasîma vekirinê de endamên TEV-ÇANDˋê, şêwekar û hunermendên ji kantona Cizîrê beşdar bûn..
Di merasîma de şêwekar Ferhad Xelîl axivî û got: “Armanc ji vekirina vê pêşangehê ew e ku em piştgiriyê bidin berxwedana QSDˋê û sivîlên li Bendava Tişrînê li dijî êrişên dagirkeran tê dikoşin. “
Xelîl wiha domand: “Em ji bo parastina herêmê û piştgiriya berxwedanê li kêlek şervanên xwe yên QSDˋê ne.”
Endamê komîteya amadekar a kargeha wêneyan Elî Ebdullah axivî û got: “Eger derfet hebe, em dixwazin tabloyên xwe li Bendava Tişrînê pêşkêş bikin.”
Di pêşangehê de 13 şêwekar beşdar dibin û wê her şêwekarek 2 tabloyan xêz bike.
Çalakiyên xêzkirina tabloyan di 29’ê Çileyê de bi dawî dibe û wê piştre ev tablo di pêşangehê de werin pêşkêşkirin.



