Berxwedana şêniyên li bendava Tişrînê di roja 20’emîn de dewam dike, çalakvanan tekez kirin ku ew ê li hember êrişên berxwedana xwe berdewam bikin.
Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û sermaya dijwar, şêniyên ku li bendava Tişrênê nobeta parastinê digirin, berxwedana xwe dewam dikin.
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê yê kantona Firatê roja şemiya borî ji bo tevlî çalakiya nobedariya parastina bendavê bibin berê xwe dan bendavê û li wir dest bi çalakiya xwe kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane derdora bendavê û gundên wê bombebaran û topbaran dikin, şêniyên berxwedêr jî dibêjin ew bendava Tişrînê bernadin.



