Bîlançoya birîndarên bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Um Hermel ê Zirganê bû 8.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandinê, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker şevê din saet di 02.30ˈan de li gundê Um Hermel ê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê malek bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de ji malbatekê zarokek û 2 kesên din şehîd bûn.
Navên şehîdan wiha ne:
- Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50)
- Hisên Ubeyd El Siyad (35)
- Cemîl Mihemed Deham El Siyad
Li gorî agahiyên destpêkê di bombebaranê de 4 kes jî birîndar bûne.
Herî dawî hate diyarkirin ku 8 kes birîndar bûne.
Birîndar ku piraniya wan jin û zarok in, veguhastin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.
Navên birîndaran wiha ne;
- Terfa Remedan Ebdullah
- Sîham Îbrahîm Ebdullah
- Zeyneb Îbrahîm Ebdullah
- Şehed Taha Ebdullah
- Rexed Ebdullah
- Ehmed Taha Ebdullah
- Melek Mihemed Mirî
- Fatima Mehmûd Ebdullah
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên tenduristiyê ji nexweşxeneyên Hesekê dane ajansa me, hin birîndarên rewşa wan giran e, veguhastine nexweşxaneyên Qamişloyê.
Hate diyarkirin ku şehîd û birîndar pismam û dotmamên hev in.



