Daîreya Têkilyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şandeyeke ewropî re pêvajoya siyasî û êrişên dewleta Tirk a dagirker nîqaş kirin.
Şandeyê tecrubeya Rêveberiya Xweser bi erênî nirxand û piştgiriya xwe ji gelên herêmê re nîşan da.
27`ê Çileyê şandeyeke ewropî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Şandeya Ewropî ku ji gelek parlamenter û partiyên siyasî yên Fransa pêk tê sardana navenda Daîreyta Têkiliyan a Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir.
Şande ji parlamenterê Partiya partiya France Insoumise “Toma Port”, berpirsê pêwendiyên derve di Partiya Sosyalîst a Fransa de “Dylan Boutifla”, parlementera Partiya Keskan-Jîngeh “Danielle Simoni”, berpirsa Partiya Sosyalîst a Fransî “Lamîa Kirwanî”, berpirsa peywendiyên navdewletî di şaredariya Parîsê de, ji Partiya Sosyalîst a Fransa “Genevieve Garrigues” pêk hat.
Li gorî malpera fermî ya daîreyê, şandeya ewropî ji aliyê hevserokên Daîreya Têkilyên Derve Îlham Ehmed, Fener El Giêt û cîgirên hevserokatiyê Robêl Neho û Gulistan Elî ve hatin pêşwazîkirin.
Hevserokatiya daîreyê, got ew bi serdana şandeya ewropî kêfxweş e nemaze di rojeke dîrokî de wek roja rizgarkirina Kobanê ev serdan hat kirin.
Di serdanê de behsa dîtina çareseriyeke siyasî bi tevlêbûna tevahî pêkhate, kêmnetew û taîfeyên wê hate kirin ku Sûriyeyeke nenavendî bê avakirin û tê de mafên tevahî pêkhateyan di destûreke nû de bê misogerkirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên ku piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di parastina bendava Tişrînê de dikin, gefên ku ew êriş li ser ewlehiya avî û kehrebeyê li ser herêmê çêdikin, rojeva civînê bû.
Hevserokatiyê ji rêxistinên hiqûqî, mirovî û civata navneteweyî xwest ku ji bo rawestandina êrişan, parastina sivîlan û navendên stratejîk, gavên cidî bavêjin.
Her wiha teqezî bi pêwîstiya têkoşîna li dijî tundrawiyê li herêmê, domdandina hevkariya hevbeş di navbera QSD`ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî de hate kirin.
Şandeya ewropî jî, tecrubeya Rêveberiya Xweser bi erênî nirxand û got ev model dikare bibe modela çareseriyê li tevahî Sûriye, cîhan û Rojhilata Navîn.
Şandeyê piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û diyar kir ku ew ê tiştên li herêmê şopandine, ragihînin welatên xwe ji bo ku van êrişan bidin rawestandin.



