Dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên başûrê bajarokê Silûkê bi çekên giran topbaran dike.
Li gorî agahiyên çavkaniyan dane, di vê kêliyan de dewleta Tirk a dagirker gundên Tirwaziyê û Um El Beramîl ên başûrê bajarokê Silûkê yê herêma Girê Spî yê dagirkirî bi çekên giran topbaran dike.



